CîhanEwropaNûçe

Şewata daristanê ya li Portekîzê: 57 mirî

Hat ragihandin ku di şewata daristanê ya li nêzî Pedrogao Grandeya bajarê Portekîzê ku ji roja şemiyê vir ve dewam dike de, hejmara miriyan derket 57an mirin.

Sekreterê Dewletê yê Karên Navxweyî yê Portekîzê Jorge Gomes diyar kir ku hejmara kesên di şewata daristanê de mirin gihîşt 57an.

Gomes got ku ji 59 birîndaran jê 18 kes sewqî nexweşxaneyê kirin, 4 ji wan xebatkarê agirkujiyê bi tevahî rewşa 5 kesan xedar e.

Hat gotin ku agirê bi daristanê ket bi hêza germê û bayê di demeke kurt de gur bû, herwiha agir avête malên derdorê û xisareke mezin çêbû.

Çapemeniya Portekîzê daxuyand ku hin mirov tevî wesayitên xwe di nav agir de mane û can dane.

Ji bo vemirandina agir li herêmê zêdetirê hezar û 500î xebatkarên agirkujiyê hatin wezîfedarkirin.

Komîserê Rêveberiya Alîkariya Însanî û Krîzê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Christos Stylianides der barê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Stylianides sersaxî da malbata kesên di agir de şewitîn û mirin û destnîşan kir ku Îspanya û Fransayê li ser daxwaza Portekîzê balafirên vemirandina agir şandine ciyê bûyerê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu