FilistînLubnanNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana Xezebê li kêleka rojava, Gaza, Lubnan û Urdinê

Filistîniyên kêleka rojava ya çemê Urdinê û zîvala Gazayê û gelê welatên Urdin û Lubnanê jibo protestokirina biryara Emerîkayê jibo ragahndina Qudsê weke pûaytexta rejîma qelp a siyonîstî xwenîşandan bi rê xistin.

 Li gorî rapora Fars Newsê, çarşemiyê şevê piştî axiftina Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq bifermîanskirina Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîstî, filitsîniyên kêleka  rojava ya çemê Urdinê û Zîvala Gazayê bi lidarxistina  xwenîşandanê hêrsbûna xwe ji ber kiryara Emerîkayê derheq bifermî naskirina Qudsê wek paytexta Rejîma  Siyonîstî û  destpêkirina  kiryara  guhestina  balyozxana xwe bo vî bajarî nîşan dan.

Bi hezaran kes ji filistîniyên  rûniştiyê zîvala Gazayê jî bi beşdariya li xwenîşandana li dijî Trump, dijberiya xwe li hember biryara  serokkomarê Emerîkayê raghandin.

Komên  karê neteweyî û Îslamî yên Filistînê jî bona dijberiya li hember biryara Trump, îro weke roja gireva seranserî li hemî erdên filistînî ragahndin.

Komên hanê ji gişt xelkê Filistînê xwestin ku  bila beşdarê xwenîşandana  şermezarkirina kiryara Trump bibin.

Çirayên  sehnên  mizgevta Eqsayê jî hevgav bi ragihadina  biryara Trump li dijî Qudsê û jibo protestokirina  vê biryarê çarşemiyê şevê hat vemirandin.

Donald Trump serokkomarê Emerîkayê çarşemiyê şevê tevî dijberiyên  berfireh ên  navçeyî û cîhanî ragahndin. Emerîka Qudsê wek paytexta Îsraîlê bi fermî nas dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu