ÎranNûçeRojhilatanavin

Ayetulah Muwehêdî-Kêrmanî: Ti hivîyek li civatên navnetewî tineye, gelê misilman li dijî cinayetên artêş û Bûdaîyên Miyamnarê rabin ser pîyan

Xetîbê nimêja înîyê yê Têhranê bi gotina vîya ku ti hivîyek li alîkarîya civatên navnetewî jibo girtina pêşîya kuştina misilmanên rûhîngîyayî tineye, ji gelên misilman xwest ku li dijî cinayetên artêş û bûdaîyên Miyanmarê rabin ser pîyan.

Ayetulah Mihemed Elî Muwehêdî-Kêrmanî li xutbeyên nimêja înîyê ya Têhranê, bal kişand ser rola Rêjîma Sîyonîst li kuştina misilmanên Rûhîngîya û bi bîr xist: Bêdengîya giran a civatên navnetewî yên idiakirê mafên mirovan û NY li hemberî cinayetên hikûmeta Miyanmarê sedema heyrê ye.

Xetîbê nimêja înîyê yê Têhranê herwiha bal kişand ser cinayetên rêjîma siûdî li Yemenê û got: Binemala Siûdî ti bawerîya xwe li dînê pîroz ê islamê tineye.

Ayetulah Mihemed Elî Muwehêdî-Kêrmanî herwiha bal kişand ser hewldana Amerîkayê jibo ku seredana navendên leşkerî yên Komara Islamî ya Îranê bike û got: Amerîka yê vê arizûyê bibe gorê.

Xetîbê nimêja înîyê yê Têhranê bi gotina vê yekê ku lêgerên Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomê (IAEA) bi caran mukur hatine ku bernama navokî ya Komara Islamî ya Îranê tam biaştî ye, tekez kir, Têhranê seratir ji çarçêva qanûnên navnetewî bi Ajansê re hevkarî kirîye.

Ji roja înî 25`ê Tebaxê ve pêla nû ya êrişên artêşa Miyanmarê û Bûdaîyên vî welatî ser misilmanên Rûhîngîya li parêzgeha Raxînê li vî welatî destpê bûye ku di encamê de heta niha 6 hezar û 334 misilmanên Rûhîngîya hatine kuştinê û 8 hezar û 349 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu