EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Çekdarên Taliban li ser sînorê Tacîkistanê êrişî hêzên Efxanistanê kirin

Çekdarên Taliban li ser sînorê Tacîkistanê êrişî hêzên Efxanistanê kirin, herî kêm 14 polîs hatin kuştin.

Berdevkê waliyê eyaleta Texar ya Efxanistanê Sunetullah Têmûr ji BBC re gotiye, derengiya şeva borî çekdarên Taliban li gundê Noabad yê Efxanistanê êrişî hêzên Efxanî kirin.

Têmûr daye zanîn, di wê êrişê de herî kêm 14 polîs hatine kuştin û çend polîs jî ketine nav çemê sînorî yê Amu, ku dikeve ser sînorê Tacîkistan û Efxanistanê.

Başa dön tuşu