BehreynIraqNûçeRojhilatanavin

Ayetullah Sîstanî bi riya têlêfonê bi şêx Îsa Qasim ra axivî

Merceyê derecebilind ê şîeyan li Iraqê tev melayê derecebilind û bavê manewî yê serhildana Behrêynê hevgirtina xwe ragihand.

Li gorî rapora êvara çarşemiyê, 22`ê Hezîrana 2016`an, a kanala têlêvîziyoniya El-Alemê, ayetullah Sîstanî, merceyê derecebilind ê şîeyan li Iraqê bi riya têlêfonê tev melayê derecebilind ê behrêynî, şêx Îsa Qasim ra axivî û pişta wî girt.

Ayetullah Sîstanî destnîşan kir ku kiryarên rêjîma Alê Xelîfê ji bo jêstandina mafê hemwelatîtiya Îsa Qasim tu ziyana xwe ji wî ra tine.

Merceyê derecebilind ê şîeyan li Iraqê pesna hewildanên şêx Îsa Qasim ji bo parastina mefê gelê Behrêynê bi şêwaza bi aştî da û tevî duaya ji bo saxlemiya wî destnîşan kir ku ji bo vê mijarê û parastina şêx Îsa Qasim çi ji destê wî bê, dê bike.

Wezareta karên hundir a Behrêynê roja duşemiya buhurî tevî tawanbarkirina şêx Îsa Qasim bi sûcê şopandina tayfetî û pêkanîna duberetiyê li Behrêynê, mafê hemwelatîtiyê ji wî istand.

Kesayetiyên siyasî û hiqûqî li welatên cûrbicûr li hemberî jêstandina mafê hemwelatîtiyê yê şêx Îsa Qasim, melayê derecebilind ê behrêynî bertek nîşan dan û ev kiryara Alê Xelîfê şermezar kirin.

Şêx Îsa Qasim roleke girîng li dewama serhildana gelanî li Behrêynê heye û wek bavê manewî yê vê serhildanê tê nasîn. Serhildana ku ji roja 14`ê Sibata 2011`an va dest pê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu