AsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Têhran ji berfirekirina giştalî ya hevkariyan digel welatên Yekîtiya Ewropayê ji wan Portegalê pêşwaziyê dike

Serokê Komara Îslamî ya îranê Hesen Rûhanî roja yekşemiyê li merasima wergirtina belgeya Balyûztiyê ya Jaû Kûrte Ral balyozê teze yê Portegalê li Têhranê destnîşan kir: Li riya berfirekirina peywendiyên aborî, siyasî, çandî, zanistî, têknoplojîkî û zanîngehî navbera du welatan da ti berbendek tine.

Rûhanî bi gotina viya ku Komara Îslamî ya Îranê û Portegalê gellek derfet ji bo xurtkriina hevkariyên hevpar hene ku gere werin bikaranîn, got: Portegal dikare bi xurtkirina hevkariyên bankî û bîmeyî digel Îranê, bi behrewergirtina ji derfetên pêkhatî piştî Lihevkirina Navokî, hevkariyên aborî nava du welatan da bilezînin.

Serokomarê Îranê her wiha têrorîsm weke xeterek ji bo hemî cîhanê da zanîn û got: Têkoşîna li hemberî têrorîsm û zêdegaviyê û xeterên wê ji bo cîhanê, hewcedara hevkariyeke komkî navbera welatan e û Îran amade ye ku li vî warî hevkariyên xwe digel Yekîtiya Ewropayê berfire bike.

Balyozê nû yê Portegalê li Têhranê jî bi radestkirina belêgeya xwe ya balyoztiryê bo serokê Komara Îslamî ya îranê, got: Lîsbon bibiryar e ku peywendiyên xwe digel Têhranê di hemî warên hezkirî ji aliyê du weêatan da zêdetir ji berê xurt bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu