NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadbûna Surîyê ji lepên terorîstan didomê

Yekîneyên artêşa Sûrîyê karîn girikê Helf Şûrê li derdora gundên Bêyt Sabir û Bêyt Tîmayê û girikê Meqleyê li rojavaya gundê Kifir Hûrê li başûra rojavaya parêzgeha Şamê ji têrorîstên Cebhetunusrê pakij bikin û di encama vê opêrasyonê de bi dehan têrorîst hatin kuştinê û yan jî birîndar bûn.

Têrorîstên Cebhetunusrê ku artêşa Israîlê pişta wan digire, li hin gund û bajêrokên derdora Qoneyterê û başûra rojavaya parêzgeha Şamê bi cih bûne.

Yekîneyên artêşa Sûrîyê duh jî gundê Cib Ewezê û girikê Şêx Mihemed li derdora Helebê li bakûra vî welatî azad kirin û karîn deverên nû li başûra rojavaya bajêroka Xenasirê jî ji lepên têrorîstan azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu