IraqNûçeRojhilatanavin

Azadiya 7 gundan ji destê terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Enbarê

Hêzên iraqî karîn 7 gundên din jî li parêzgeha El-Enbarê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Li gor rapora televîzyona Al-Alamê, Hêzên iraqî ku operasiyona azadkirina bajarên Enewrah û El-Qaim li parêzgeha Enbarê ji duh pêncşemê destpê kirine, karîn 7 gundên derûdora bajarê Enewrah ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Hatiye ragihandin ku li operasiyona azadkirina van heft gundana  bi dehan terorîst jî hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Bingehên nûçan ragihandin ku 8 kîlometr ji riya navbera Hedîsê û Enewrayê jî ji bin destê terorîstên DAIŞ`ê hatine derxistin û birek ji terorîstan ji wan du serkirdeyên DAIŞ`ê jî hatine kuştin.

Herwisa hatiye ragihandin ku firokên iraqî du pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li navça bakûrî ya bakûra Rawê li parêzgeha Enbarê bombebaran kirin ku ji ber van êrişan jî parek ji terorîstan hatine kuştin.

Hêzên iraqî sala par bajarên Remadî û Felûcê li parêzgeha Enbarê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxistin.

Operasiyona azadkirina bajarên din ên Enbarê ji destê terorîstên DAIŞ`ê li halekê destpê bûye ku hêzên artêşa Iraqê mijûlî operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞ`ê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu