NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadiya bendava Hatbîlê li parêzgeha Siwêyîdaya Sûriyê ji destê terorîstan

Hêzên artêşa Sûriyê li dewama operasiyona azadkirina derûdora Siwêyîdayê ji destê terorîstan li başûra vî welatî karîn bendava Hatîlê ji destê terorîstan azad bikin.

Li gor rapora ajansa fermî ya Sûriyê ; Hêzên artêşa Sûriyê li dewama operasiyona azadkirina derûdora Siwêyîdayê ji destê terorîstan li başûra vî welatî karîn bendava Hatîlê li navça Umemerzexji destê terorîstan azad bikin û li vê operasiyonê derbeyekî giran li terorîstan ket û parek ji van terorîstan hatine kuştin û parek jî birîndar bûn.

Yekîneyên artêşa Sûriyê bi alîkariya hêzên gelanî herwisa karîn Telûl Sefa li Siwêyîdayê bi tamî bêxin mehsereya xwe bi curekê ku riyên alîkarî gihandina bi terorîstên DAIŞ`ê li vê navçê bi tamî hate girêdan.

artêşa Sûriyê bi hevkariya hêzên Berxwedanê, operasyona xwe ya li navçeya zinarî ya Telûl El Sefayê li rojhilata parêzgeha Suweydayê berdewam kir û navçeya Xerbe El Hawiyê ji bin lepên Koma Terorîst a DAIŞê derxist.

Li gorî vê raporê, hejmarek ji endamên Koma Terorîst a DAIŞê di encama vê operasyonê de hatine kuştin û birîndar bûne.

Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê ji sê rojan beriya niha ve bi misogerkirina meqerên xwe yên li Badiyeya parêzgeha Suweydayê, paşdamaiyên Koma Terorîst a DAIŞê dorpêç kirin.

Artêşa Sûriyê li van hefteyên buhurî operasyoneka berfire ji bo azadkirina başûrê Sûriyê ji destê terorîstan destpê kiriye û heya niha karîye ku zêde ji sedî 96ê erdên vê navçeyê azad bike.

Başa dön tuşu