Mafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Azadiya zêde ji 30 dîlên êzidî ji dest DAIŞ`ê

Zêde ji 30 dîlên êzîdî û ji wan çend zarok û jin ji destê grûpa têrorîst a DAIŞ`ê azad bûn.

Li gorî rapora MEHR`ê ya ji zarê Rusya El Yewmê, Hisên Qaîdî, berpirsê nivîsgeha “Kar û barên êzîdiyan ku hatine rewandin“ ragihand ku zêde ji 31 dîlên êzîdî û ji wan çend jin û zarok, ji destê grûpa têrorîst a DAIŞ`ê azad bûne.

Wî bal kişand ser vê yekê ku ev dîlên êzîdî bi alîkariya hêzên kurd û ereb azad bûne û ragihad ku 3 hezar û 800 êzîdî hîn di destê grûpa têrorîst da ne. Li gorî amarên nivîsgeha kar û barên êzîdiyên ku hatine rewandin, ji dema serdestiya grûpa DAIŞ`ê ya ser navçeyên êzîdiyan li Şingala Iraqê, di sala 2014`an de, 2 hezar û 417 kes ji kêmîneyên êzîdî ji destê vê grûpê azad bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu