IraqNûçeRojhilatanavin

Azadiya zûtir ji demê ya bajarê Felûcê

Serokwezîrê Iraqê, ji azadiya zûtir ji demê ya bajarê Felûcê li parêzgeha rojavayî ya Enbarê agahî da.

Li gorî rapora kanala Sûmêriyê, Heyder Ebadî, serokwezîr û qumandê gişt hêzên çekdar ên Iraqê, roja duşemiyê bi amadebûna li koma fermandeyên payebilind ên operasyona azadkirina bajarê Felûcê got: Operasyona azadkirina Felûcê, bi başî pêşve diçe û di rojên dahatî de, Felûce wê ji destê grûpa têrorîst a DAIŞ`ê azad bibe.

Ebadî pêgîrî kir, plana azadkirina Felûcê, zêde ji du mehan beriya niha hatibû amadekirin, lê ji ber pirsgirêkên siyasî û hin bûyerên vê dawiyê li Bexdayê, destpêbûna operasyona azadkirina Felûcê ma derengiyê û paşda ket.

Fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Iraqê, destnîşan kir ku grûpa têrorîst a DAIŞ`ê li hember pêşveçûn û serketinên hêzên iraqî, têk çûye û hilweşyaye.

Ebadî li dewamê herwiha got, Yekîneyên curbicur ên artêş û polîsê Iraqê, tevgera gelanî ya Heşda Şeibî, eşîrên parêzgeha Enbarê, ligel yekîneya şerrê dijî têrorîsmê, di vê operasyonê de beşdar in.

Di eynî demê de, fermandetiya operasyona Felûcê, ragihand ku hêzên iraqî li dewama pêşveçûnên xwe karîn ji eniya rojhilat ve, bikevin nava bajarê girîng û stratêjîk ê Felûcê.

Hêzên iraqî li mêhwera bakûr jî gihîştine pira Secerê li bakûrê Felûcê û balafirên cengî yên hêza hewayî ya artêşa Iraqê jî kargeheka çêkirina bombeyan li navçeya Secerê dan ber bombeyan û ew teqandin ku di encama wê de herîkêm 8 têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Operasyona azadkirina bajarê Felûcê, ji duh ve ser fermana Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, dest pê bûye      (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu