EwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Kombûna nerazîbûna ji ber firotina sîlehan bo Erebistanê li ber wezareta karên derve ya Ingilîsê

Bi dehan çalakên medenî duh danê êvarê bi nîşana nerazîbûna li hemberî piştgirîyên dewleta muhafizekar a Birîtanîyayê bo Erebistanê û firotina sîlehan bo vê rêjîmê li ber nivîsgeha wezareta karên derve ya vî welatî li Londonê kom bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, nerazîyên ku li ber nivîsgeha wezareta karên derve ya Ingilîsê kom bibûn, cinayetên dewleta Erebistanê li Yemenê şermezar kirin û xwestin ku piştgirîyên Londonê ji vê rêjîma cinayetkar bên sekinandin.

Pişkdarên vê kombûna nerazîbûnê hin pankard rakiribûn ku li ser wan hatibû nivîsînê“ Firotina sîlehan bo Erebistanê were sekinandinê.“

Wan herwiha bi durişmên wek “ desta ji Yemenê bikêşin“ xwestin ku firotina sîlehan bo Erebistanê bê sekinandinê.

Roja pêncşemê jî bi dehan çalakên sîyasî û medenî û berevanê mafên mirovan bi nîşana nerazîbûna li hemberî sîyasetên êrişkerî û serkutkirinê yên Erebistanê li navçê ji wan dewama êrişên vê rêjîmê ser Yemenê û serkutkirina gelê Behrêynê, li ber sefareta vî welatî li Londonê kom bûn.

Wan herwiha nefreta xwe ji ber piştgirîya Erebistanê ji komên têrorîst li Iraq û Sûrîyê nîşan dan û xwestin ku civaka cehanî bi awayekî vebirr li hemberî vê rêjîma cinayetkar û zorbêj bisekine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu