IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina bajarê Hîtê li parêzgeha Enbara Iraqê

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Melûmeyê, fermandetiya opêrasiyona parêzgeha Enabara Iraqê îro anku îniyê, 15`ê nîsana 2016`an, ragihand: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li opêrasiyona paqijkirina bajarê Hîtê li rojavaya Remadiyê li parêzgeha Enbarê, 210 bomb li zêdetir ji 120 malên bombekirî pûç kirin. Li vê opêrasiyonê taxima pûçkirina bomban çen derebeyên bombekirî li taxên cûrbicûşr ên vî bajarî pûç kirin û gelek erebe û amorên leşkerî ji çeteyên DAIŞ`ê desteser kirin. Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê ji zarê ajansa nûçeyan a Sûmiriyê, ayetullah seyd Mihemed Teqî Muderisî ji merceyên teqlîdê yên şîeyên Iraqê, ji nûnerên parlimanê ku ketine rewşa grevê xwest ku herin Necefê û guh bidin şîretên merceyên olî û bila hêzên ewlehiyê jî ewlehiya Bexdeayê biparêzin. Ayetullah Muderisî Erebistan wek hokara tevliheviya niha li Iraqê da zanîn û got: Welatin li navçeyê hene ku kêfa wan ji pûirsgirêkên navxweyî yên ûparlimana Iraqê tê. Çend welat li navçeyê hene ku poergala dêmokratîk a Iraqê li wan tine û ji pêkhatina pirsgirêkên navxweyî li parlimana Iraqê kêfxweş dibin. Vî merceyê teqlîdê Iraqê li dewama axaftina xwe got: Piraniya van welatan û di serokatiya wan da Erebistan ji bo têkbirina dêmokrasiyê li Iraqê dixebitin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Back to top button