IraqNûçeRojhilatanavin

Peydakirina gorneke komî li bakurê Mûsila Iraqê

Çavkaniyeke eskerî li fermandehiya operasyona hevpar a Iraqê roja yekşemiyê ragihand ku gorneke komî li navça El-Reşîdiyê li bakurê Mûsilê hat peydakirin.

Hêzên  artêşa Iraqê gorneke komî ku têde 27 meyt ku piraniya  wan  yên tirkmenên  Iraqê ne û ji ber işkencê hatine kuştin, peyda kirin.

Hêzên artêşa  Iraqê hemî meyt ji gornan  derxistin û jibo kivşkirina  howiyeta wan   ew dane  destê navenda tendrustiyê ya navenda tendrustiyê ya navça  El-Reşîdiyê.

Hêzên  iraqî li mehên buhurî jî sê gorên  komî ji goriyên  kuştina  Spaykerê li Tikrîtê peyda kiribûn.

Heya niha  amara  esseh a meytên  naskirî yên  goriyên  kuştina malpera hewayî ya Spaykerê li Tikrîtê nehatin ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu