ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê siyonîst Netenyahu: Tekoşîna me ya li hember Îranê ji sê aliyan ve berdewam e

Serokwezîrê rejimê siyonîst Benjamin Netanyahu di axaftina xwe de ragihand ku tekoşîna Îsraîlê ya li hemberî Îranê ji sêaliyan ve dewam dike.

Li gor nûçeya rojnameya The Jerusalem Postê, Serokwezîrê rejimê siyonîst Benjamin Netanyahu di axaftina xwe de got: “Sedema sereke ya qelsbûna ewlehiya Rojhilata Navîn rejima Îranê ye. Tekoşîna ku li hemberî Îranê dimeşe bi dawî nebûye û em hê jî ve didomînin.”

Benjamin Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: “Îsraîl di mijaran de tekoşînê li hemberî Îranê dimeşîne. Ya pêşî bidestxistina çekên nûkleerî, hebûna leşkerî ya Sûriyeyê û veguhestina çekan ji Sûriyeyê bo Libnanê û hilberîna çekan e. Em dizanin ev çek wê li hemberî Îsraîlê werin bikaranîn û mafê me heye em hilberîn û veguhestina wan asteng bikin.”

Başa dön tuşu