NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina bajarokê Um Erkîleyê li rojhilata Helebê

Artêşa Sûriyê roja yekşemiyê bajarokê Um Erkîleyê li dorhêla rojhilata Helebê ji bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê azad kir.

Li gorî rapora Press TV`yê, artêşa Sûriyê pêştir bajarokê El Qetebiyê li dorhêla rojhilatî ya Helebê jî azad kirbû.

Koma nasyar bi Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye jî roja yekşemiyê qala pêşdaçûna artêşa Sûriyê ber bi meydanên niftî yên dorhêla rojhilatî ya parêzgeha Humsê û azadkirina avahiyên komopaniya niftî ya Heyanê li meydana niftî ya Heqel Hecarê li rojhilata bajarê Palmîrayê kir.

Hêzên artêşa Sûriyê karîn ku bi alîkariya hêzên hevpeymana xwe riya hatûçûna DAIŞ`ê li başûrê bajarê El Babê qut bikin.

Artêşa Sûriyê niha ber bi aliyê başûrê rojhilata bajarê El Babê va li halê pêşdaçûnê ye û dil heye ku xeleka dorpêça xwe li ser vî bajarî kamil bike  û hemî riyên hawargihaniya bo DAIŞ`ê qut bike.

Sûriye ji pênc salan berî viya va tûşî hebûna komên têrorîst ji wan DAIŞ û Cebheya Nusreyê ku ji aliyê welatên rojavayî û welatên navçeyê bi taybet Tirkiye û Erebistanê va tên piştgirîkirin, bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu