NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina çavkanîya sereke ya ava Şamê ji lepên têrorîstan

Hêzên artêşa Sûrîyê çavkanîya sereke ya ava Şamê ji wan kanîya Eynfîce li devera Wadî Berdîyê ji lepên têrorîstan derxistin.

Li gorî rapora televîzyona Meyadinê ya Libnanê, hêzên artêşa Sûrîyê îro derbasî derdora kanîya Eyn Fîcê li devera Wadî Berdî ya parêzgeha Rîfdimeşqê bûn û alaya Sûrîyê li banê depoyên vê kanîyê bilind kirin.

Kanîya Eyn Fîcê zêde ji sedî 70`yê ava pêwîst a paytexta Sûrîyê dabîn dike.

Bi qutbûna ava Şamê, av bi tankeran nav gelê hin deverên paytexta Sûrîyê dihat belavkirinê.

Hêzên artêşa Sûriyê roja îniyê jî piştî şerekî giran li hemberê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li derûdora bajarokê Eyîn Cehişê li aliyê rojhilata Helebê, karîn vê bajarokê ji destê terorîstan paqij bikin.

Piştî azadkirina bajarokê Eyîn Cehş ji destê terorîstan, artêşa Sûriyê pêngavek din maye bigehêjin bajarokê Tadefê ku axir xeta berevaniya bajarê Babê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu