ÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina Helebê yê bibe destpêkek jibo azadkirina bajarê Mûsila Iraqê

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê got: Azadkirina Heleba Sûrîyê yê rêyeke nû li çareserkirina qeyrana deverê veke.

Elî Larîcanî serokê meclisa Îranê li civîna îro ya meclisê bal kişand ser serketin û azadkirina bajarê Heleba Sûrîyê û got: Azadkirina Helebê yê bibe destpêkek jibo azadkirina bajarê Mûsila Iraqê û ev serketin divê rêyeke nû li çareserkirina qeyrana navçê veke.

Larîcanî serketinên gelên Sûrîye û Iraqê li hemberî têrorîstan li wan pîroz kirin û pêkutî kir, meclisa şêwra islamî ya Îranê piştgirîya gelê mezin ê Îranê ji rizgarbûn û serketina tam a gelên Iraq û Sûrîyê li hemberî têrorîstan radigihîne.

Wî bal kişand ser işkesta sîyasetên xapokîn ên Amerîkayê û welatên rojavayî li Sûrîye, Iraq, Lîbî û Yemenê û got, mêhwera berxwedanê li navçê, têrorîstên ser bi welatên rojavayî neçarî paşdavekişîyanê kirîye.

Serokê meclisa Îranê herwiha ragihand ku armanca rayedarên Amerîka û Birîtanîyayê li babeta xistina tirs û xofê li navçê, geşkirina bazara firotina sîlehan û xalifandina raya giştî ya cehanê ji ser macerahezî û işkestên welatên rojavayî li navçê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu