IraqNûçeRojhilatanavin

Îro kampanyayên helbijartinên lraqê dest pê dike

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku îro kampanyayên hilbijartina Parlementoya Iraqê dest pê dikin û heta 5ê Gulanê wê bidomin.

Ji aliyê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê ve hat ragihandin ku ji îro (13/4/2018) pê de kampanyayên hilbijartina parlementoya Iraqê dest pê kiriye, ev kampanya heta 5ê meha Gulanê wê bidome.

Kampanyayên hilbijartinê li Herêma Kurdistanê di heman demê de dest pê nake, lewra ev hefte, hefteya bîranîna komkujiya Enfalê ye. Ji ber ku di vê hefteyê de miletê kurd bi bîranîna komkujiyê xembar û bi êş e kampanya wê di 17ê mehê de dest pêke. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu