NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina hin deverên din li rojhilata parêzgeha Helebê ya Sûrîyê

Artêşa Sûrîyê li dewama opêrasyona azadkirina rojhilata parêzgeha Helebê, du bajarokên Mebûce û Um ul Merî û bilindahîyên başûra rojavaya bajarê Dêrhafirê ji lepên têrorîstan derxistin.

Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê jî duh ragihand: Artêşa vî welatî di hefteya buhurî da 11 bajarok û gund û 2 girikên istiratêjîk li rojhilata parêzgeha Helebê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê derxistin û paqij kirin.

Ji hêla din ve zêde ji 15 komên têrorîst ji wan koma têrorîst a Cebhetulnusrê li taxa El-Waer a bajarê Humsê hene ku îro yekem karwanê wan ji vê taxê derket. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu