IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina hin navçeyên dorhêla bajarê Til Efera Iraqê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê

Hêzên gelanî yên Iraqê di dewama opêrasiyona dijî têrorîstên DAIŞ`ê hin navçeyên dorhêla Til Eferê ji bin dagirkeriya têrorîstan azad kirin.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji zarê kanala têlêvîziyoniya Meyadîna Libnanê, hêzên gelanî yên Iraqê roja sêşemiyê gundên El Ecbûrî û El Bînûneyê li rojavaya Til Eferê li parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê ji bin kontrola DAIŞ`ê azad kiribûn û li halê pêşdaçûna ji bo azadkirina gundê El Selamê ne.

Hêzên gelanî yên Iraqê bi sedan kes ji rûniştiyên van gundan ku DAIŞ`ê ewna wek mertala mirovî li hemberî pêşdaçûna hêzên artêşa Iraqê bi kar tanîn, azad kirin.

Ehmed Cebûrî parlementerê parlimana Iraqê jî roaj şemiyê qala rezamnediya Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî ji bo derbasbûna hêzên gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî bo bajarê Til Eferê li bereya rojavayiya Mûsilê kir.

Necm Cebûrî fermandarê azadkirina Mûsilê jî ragihand ku koma têrorîst a DAIŞ`ê li Mûsil û Til Eferê di rewşeke xerab da ye û hêzên iraqî ji bo parastina welatiyên sivîl çekên deqîqtir ji bilî topên hawanê bi kar tîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu