NûçeRojhilatanavinSûriye

Azadkirina navçeyeka din a Xûteya Rojhilatî ya Sûriyê ji bin dagirkeriya têrorîstan

Hêzên artêşa Sûriyê bajarokê El Şîfuniyê li Xûteya Rojhilatê ji bin dagirkeriya têrorîstan azad kirin.

Li gorî rapora êvara Yekşemiyê ya kanala têlêvîziyoniya El Meyadîna Libnanê ji zarê rayedarên leşkerî yên Sûriyê, hêzên artêşa Sûriyê bi paqijkirina bajarokê El Şîfuniyê li Xûteya Rojhilatî ji hebûna têrorîstan, dil hene tevahiya vê navçeyê  azad bikin.

Hêzên artêşa Sûriyê di dewama pêşdaçûnên xwe li çend bereyên Xûteya Rojhilata Şamê zêde ji sedî 25ê van navçeyan ji bin dagirkeriya komên têrorîst û kesên çekdar azad kirine.

Artêşa Sûriyê her wiha dest bi pêkanîna derbasgeha însanî ji bo derketina welatiyên sivîl ên sûrî ji Xûteya Rojhilatî kiriye ku komên têrorîst wê wek Mertala Zindî bi kar tînin.

Xûteya Rojhilat navçeyeka stratijîk li nêzikî Şama paytexta Sûriyê ye ku di bin dagirkeriya komên têrorîst da ye.

Têrorîst her wiha hger rojê ji aliyê Xûteya Rojhilat va gelê Şamê bi rokêt û topên hawanê didin ber êrîşê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu