FilistînNûçeRojhilatanavin

Pêşwaziya Hemasê ji amadebûna Miskovayê bona mazovanîkirina aşitiya netewî

Bereya berxwedana Filistînê yan HEMAS`ê ji amadebûna Rûsiyayê bona mazovanîkirina hevdîtina rêberên Feth û HEMAS`ê bona pêşbirina proseya aşitiya netewî pêşwazî kir.

Li gor rapora IRIB Newsê, Bereya berxwedana Filistînê yan HEMAS`ê li daxûyaniyekê ji amadebûna Rûsiyayê bona mazovanîkirina hevdîtina rêberên Feth û HEMAS`ê bona pêşbirina proseya aşitiya netewî pêşwazî kir û ser vê wehdeta netewî bona sekinîna li hemberî pîlanên Amerîka û Rejîma Siyonîstî û parastina axa Filistînê sekinî.

HEMAS`ê pilana “Muamileya Qurn“pîlanekî siyonîstî-amerîkî daye zanîn ku hedefa vê pilanê derbelêdana bi heqê netewî yê gelê Filistînê ye .

Berxwedana Filistînê ragihand ku pêwîste gelê Filistînê li hemberî vê pilana Amerîkî-Siyonîstî rawestin.

Mîxayîl Bogdanov alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyayê ji amadebûna welatê xwe bona hevdîtina di navbera rêberên bereya azadîxwaz a Filistînê(FETH) û bereya berxwedana Filistînê(HEMAS) bona pêşbirina gotûbêjên aşitiya netewî xeber da.

Rêketina aşitiya di navbera HAMAS û bereya Feth roja 12 Cotmeha sala 2017 li Qahirê paytexta Misrê hate îmzakirin.

Başa dön tuşu