IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina navçeyên başûrê rojhilata Mûsilê

Di dewama opêrasiyona azadkirina parêzgeha Nêynewaya bakurê Iraqê, navçeyên başûrê rojhilata Mûsila navenda vê parêzgehê jî ji bin kontrola têrorîstên DAIŞ`ê hatin derxistin.

Ajansa nûçeyan a Sûmiriyê ji zarê rayedarên ewlehiyê yên Iraqê ragihand: Di dewama opêrsiyona hêzên iraqî li dijî çeteyên DAIŞ`ê çend navçeyên başûrê rojhilata Mûsilê ji wan navçeya Hey El Emn, navçeya rûniştinî ya El Xezra û El Kerameyê ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê hatin derxistin.

Li vî halî hat ragihandin ku li êrîşa hewayî li ser navçeya El Şemsiyatê li başûrê rojhilata Mûsilê, Ebu Enes El Şîşanî serçeteyê DAIŞ`ê hevrê digel çar kes ji hevriyên wî hatin kuştin.

Li ser esasa raporên belavbûyî, li şer û pevçûnên duh yên di navbera hêzên iraqî û çeteyên têrorîst ên DAIŞ`ê li bereyên şêrr li Mûsilê 87 çete hatin kuştin.

Pêştir artêşa Iraqê ragihandibû ku ji destpêka opêrasiyona azadkirna Mûsilê va heya nioha ji sedî 50`ê erdên parêzgeha Nêynewayê ku Mûsilê navenda wê ye, ji bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê hatine azadkirin.

Ji destpêka opêrasiyona rizgarkirina Mûsilê di 17`ê Cotmeha 2016`an va li ser fermana Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê hêzên iraqî bi piştgiriya hevpeymaniya dijî DAIŞ`ê bi serkirdayetiya Amerîkayê karîne ku 21 taxên rûniştinê ji gişt 65 taxên bajarê Mûsilê her viha perravên rojavayî û rojhilatî yên Çemê Dicleyê ji bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê rizgar bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu