Azadkirina nîva taxa Zahiyê ya bajarê Helebê

Artêşa Sûriyê zêde ji sedî 50 yê taxa Zahiyê El-Esedê li rojava Helebê pqaij kir.
Li gorî rapora IRNAyê, çavkaniyên meydanî pênşemiyê şevê li bara operasyona berfireh a artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê jibo derxistina terorîstan ji ZAhiye El-Esedê agahiyan didin.
Li gorî gotina van çavkaniyan, hêzên artêşa Sûriyê bi piştgiriya hêzên berxwedanê heya niha bi dehan navendêb xelknişîn ji mêhwera rojhilata Zahiyê El-Esedê paqij kirine û tim ber bi navçên navxweyî yên vê taxê ve dimeşin. A niha zêde ji nîva taxa Zahiye El-Esedê li rojava Helebê hatiye azadkirin. Artêşa Sûriyê li çend rojên buhurî bi derxistina terorîstên Ceyş El-Fethê ji navçên başûr û başûrê rojava Helebê Til El-Rexm, Til Motê û Medrese El-Hekemê azad kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)