NûçeRojhilatanavinSûriye

Bajarê Helebê ji destê terorîstan hat azadkirin

Artêşa Sûriyê duşemê şev bi fermî ragihand ku bajarê isteratijîk ê Helebê ku pêgeha sereke ya grûpên terorîstî li bakûra vî welatî bû, ji destê terorîstan hat azadkirin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, ji zarê Sputinik`ê, Artêşa Sûriyê ragihand ku hemû grûpên terorîstî ji pêgehên xwe yên rojhilata bajarê Helebê hatine derxistin û Heleb piştî 5 salan bi tamî hat azadkirin.

Li gorî vê raporê hetanî êvara duh duşemê tenê sê taxli rojhilata Helebê li destê terorîstan da bû û artêşa Sûriyê li dewama operasiyona xwe ya dijî terorîstan ev terorîst bi tamî ji nav Helebê derxistin û niha Heleb li destê hêzên artêşa Sûriyê da ye.

Ji aliyê din ve, li gorî hinek ji raporan hîn jî li derûdora Helebê hema perate perate şer û pevçûna di navbera hêzên artêşa Sûriyê û terorîstan berdewam e.

Piştî azadbûna bajarê Helebê ji destê terorîstan, xelkê vî bajarî bona diyarkirina keyfxweşiya xwe derketine nav kolanan û ev serketina li hev pîroz kirin.

Piştî işkesta girûpên terorîstî li Helebê, niha ewna hevdu bi xeyanetê tawanbar dikin.

Artêşa Sûriyê ji du roj berî niha li ser azadkirina nêzik a bajarê Helebê pêgirî dikir.

Li hefteyên vê dûmahîkê terorîstan li nav Helebê işkestên giran xwarin û piştevanên wan dil hebûn bi her awayî operasiyona azadkirina Helebê rawestînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu