NûçeRojhilatanavinSûriye

Bajarê Minbicê li bakûrê Sûriyê bi tamî hat azadkirin

Mêdyayên navçeyê ragihandin ku bajarê Minbicê li dorhêla bakûrê rojhilata bajarê Helebê bi tamî ji aliyê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) va hat azadkrin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê ji zarê kanala têlêvîziyoniya El-Minarê, Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) roja îniyê bajarê Minbicê li dorhêla bakûrê rojhilata bajarê Helebê bi tamî ji biun lepên koma têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Şervanên HSD`yê ji mehek berî niha hewil didan da ku vê navçeyê ji destê DAIŞ`ê derxinin.

Bajarê MInbicê ku ji sala 2014`an va ji aliyê çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê va hatiye dagîrkirn, riya hawargihaniya sereke ya DAIŞ`ê ji aliyê Tirkiyê va û ji aliyê din va riya veguhestina çete û çek û alîkariyên din ji aliyê Tirkiyê bo bajarê Reqeyê bû ku vê koma têrorîst ev wek paytexta xwe daye zanîn.

Minbic li kêleka du bajarên sînorî yên El-Bab û Cerablosê li navçeya sînorî ya Tirkiyê ye û wek stargeha DAIŞ`ê li Helebê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu