NûçeRojhilatanavinSûriye

Bajarokê Minyanê ya rojavaya Helebê hat azadkirin

Di encama pevçûnên giran di navbera artêşa Sûriyê û têrorîstên tekfîrî li beşa rojhilatî ya bajarokê Minyanê (Binyamîn) li rojavaya Helebê, ev navçe hat azadkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyên nûçeyan roja îniyê ji bereyên şêrr ragihandin ku artêşa Sûriyê hinek ji malên xelkê li bajarokê Minyanê azad kirin û bi dehan kes ji koma têrorîst a Ceyş El Fethê kuştine.

Artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê niha li halê azadkirina beşên mayî yên taxa Zahiye El Esedê li rojavaya Helebê ne.

Van çavkaniyên nûçeyan êvara pêncşemiyê jî qala paqijkirina tam a taxa Zahiye Esedê kiribûn; Lê bi ketina têrorîstan bo hin beşên vê taxê, opêrasiyon têda hema wisa didome.

Artêşa Sûriyê di heyama çend rojên buhurî da bi paşdakişandina têrorîstên Ceyşa Fethê ji navçeyên başûr û başûrê rojavaya Helebê, taxên Til Rexem, Til Mûte û Medreseya El Hikmeyê azad kirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu