ÎranNûçeRojhilatanavin

Ehmed Riza Pûrdestan: Heke sîyasetên Qesra Sipî bi vî rengî bidomin, bi awayekî teqil Amerîka dê tûşî çarenûsa Sovyetê bibe

Serokê Navenda Lêkolînên Istiratêjîk a Artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Dewama sîyasetên çewt ên Qesra Sipî dê bibin sedema têkçûna biloka rojava.

General Ehmedriza Pûrdestan, Serokê Navenda Lêkolînên Istiratêjîk a Artêşa Komara Islamî ya Îranê li merasimeke bibîranîna şehîdên şarê Heştgêrdê li parêzgeha Elborzê li rojavaya Têhranê bi gotina vîya ku Amerîka roja îro di rewşa herî xirab a sîyasî de ye, dîyar kir: Heke sîyasetên Qesra Sipî bi vî rengî bidomin, bi awayekî teqil Amerîka dê tûşî çarenûsa Sovyetê bibe.

Serokê Navenda Lêkolînên Istiratêjîk a Artêşa Komara Islamî ya Îranê liv û tevgerên Amerîkayê yên berî û piştî serketina Inqilaba Islamî ya Îranê bi bîr xistin û got: Îran di dewra rêjîma Pehlevî de parêzvanê berjewendîyên Amerîkayê li herêmê bû ku bi serketina inqilabê ew berjewendî ketin ber xeterê û dijminatîya Amerîkayê hema ji wê demê ve destpê bû.

General Pûrdestan herwiha got: Amerîka bi nav û şêwazên curbicur bi dû rûxandina Komara Islamî ya Îranê ye û roja îro komployên li dijî Îranê bi şêwazên curbicur didomin ku mînaka berbiçav a an, pêkanîna komên tekfîrî li herêmê û şerê aborîyê ye.

Başa dön tuşu