ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Balafirên cengê yên Siûdî piştî ragihandina agirbesê jî li ser Hudeydê digerin

Çavkaniyên yemenî yên nûçeyan ji firrîna balafirên cengê yên siûdî li ser bajarê Hudeydê yê Yemenê tenê çend saetan piştî ragihandina agirbesê li vê navçeyê agahî dan.

Li gorî rapora kanala El Mesîrê, ev kiryara Erebistanê ku binpêkerê hevhatina Stokholmê tê hesêb, li halekê ye ku Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) ji sibeha îro sêşemiyê ve destpêbûna hevhatina û pêkhatina agirbesê ragihandiye lê kiryarên êrişkerane û bihandan yên destdirêjkeran nîşan didin ku ew her wekî dewrên berê qet li ser sozên xwe namînin.

Li dû hevfhatina vê dawiyê ya muzakireyên Aştiyê yên Yemenê ku ji 6`ê Kanûnê ve li Stokholma paytexta Swêdê û bi çavdêriya NY hate lidarxistin, aliyên pevçûnê ragihandin ku ligel vê yekê ne ku li parêzgeh û bajarê Hudeydê agirbes pêk were.

Li gorî vê raporê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) li dû raberkirina reşnivîsa biryarnameyekê ye ku ji Antoniyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê NY dixweze heya dawiya vê mehê (Kanûnê), hin pêşniyaran li ser çawaniya çavdêriya li ser agirbesa Hudeyde ya Yemenê, raber bike.

Başa dön tuşu