AsyaEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

80 koçber xeniqîn!

Gemiyeke koçberan li Deryaya Spî noqî avê bû û di encamê de 80 koçberan jiyana xwe ji dest dan.

Hêza Parastina Beravên Îtalya ragihand, li nêzîkî beravên Lîbyayê gemiyek ku koçber têde bûn, noqî avê bû û di encama bûyerê de 80 kesên têde xenqiîn û jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, 24 koçber ji vê bûyerê rizgar bûne.

Hêza Parastina Beravên Îtalya herwiha da xuyakirin, ku duh çarşemî jî bûyerek a noqîbûna gemiya koçberan qewimî, ku di encama bûyerê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor gotina rayedarên îtalî, hêzên wî welatî duh 562 kesên di gemiya noqîbûyî de ji mirinê rizgar kirin. Hêza Parastina Beravên Îtalya tekez kir, ku tenê di rojên duşemî û sêşemî yên vê hefteyê de, 5 hezar û 600 koçber li Deryaya Spî ji mirinê filitîne.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

 

Başa dön tuşu