ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

BALAFİRÊN CENGÎ YÊN REJÎMA ALÊ SİÛD GELÊ YEMENÊ QETL DİKE

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Sebaya Yemenê, di encama vê êrişê de ku li navçeya El Mezere qewimî, çend mal û dikan û navendeka perwerdeyê bitûm hilweşyan.

Hevgavê vê yekê, hin çavkaniyên leşkerî li Yemenê, bêdengiya civaka cîhanî ya li hemberî kuştina xelkê Yemenê rexne kirin û Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), berpirsa van cinayetan dan zanîn.

Di eynî demê de, helîkopterên siûdî, zêde ji 20 roketa ber bi gundên Qewî, El Xefaqet û Hamizeyê li Cîzanê li navçeya sînorî ya Erebîstanê ve avêtin.

Balafirên cengî yên destdirêjker ên Erebistanê, roja sêşemiyê jî navçeyên xelktêde yên bajarê Keşrê li parêzgeha Hecê li bakûra rojavaya Yemenê, dan ber bombeyan ku di encama wê de 9 endamên malbatekê hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu