IraqNûçeRojhilatanavin

Daxwaza Muqteda Sedr bona birêxistina xwenîşandana aşitîxwazane li Bexdayê

Rêberê bereya Sedr ji piştevanên xwe yên nav Iraqê xwest ku li xwenîşandana îro îniyê li Bexdayê pişkdariyê bikin û xwestekên xwe ji riya aşitîxwazane bînin ziman.

Muqteda Sedr rêberê bereya Sedr got: Eger kesek ji bereya Sedr yan reformxwazan çend roj berî niha navça Xezra kirine hedefa êrişên xwe yên mûşekî pêwîst e ku li 72 saetên tê xwe teslîm bike, ji ber ku kiryarên wiha derbê li hedef û armancên reformxwazan dixîne û welêt ber bi aloziyê dibe.

Bi hezaran kes ji alîgirên Muqteda Sedr, ji sibeha şemiya bihurî, ji navçeyên curbicur ên Iraqê, xwe gihandine meydana El Tehrîra Bexdayê û xwenîşandan li dar xistin.

Ev xwenîşandana ji sê rojan beriya niha ve dest pê bûye, bi awayekî ku roja çarşemiya heftiya buhurî, parlemana Iraqê bona tirsa ji ketina neyaran nava Navçeya Kesk û hewşa parlemanê, vala bû.

Li şer û pevçûna di navbera xwenîşanderan û hêzên ewlehiya Iraqê de çend kes hatine kuştin an jî birîndar bûn.

Ji sibeha wê rojê şûnda  jî hêzên ewlehiyê bi awayekî berfireh li derdora Navçeya Kesk bicih bûn û hin riyên ber bi vê navçeyê girêdan.

Xwenîşander rêforma qanûnên komîsaryaya bilind a hilbijartinan dixwezin. Ew ser vê bawerê ne ku partiyên desthilatdar, endamên vê komîsaryayê dibijêrin û ev endam nikarin bêalî bibin. Li hember vê yekê jî komîsaryaya bilind a hilbijartinan, ev tawanan red kirine.

Li dema xwenîşandanên alîgirên Muqteda Sedr di meha Nîsana 2016`an de, wan bi işkandina deriyên Navçeya Kesk a Bexdayê, derbasî hewşa parlemenê û nivîsgeha serokwezîrtiyê bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu