IraqNûçeRojhilatanavin

Vegeriyana awareyên iraqî bo navçên azadbûyî li Mûsilê

Berpirsên iraqî li bara vegeriyana bi hezaran awareyan bo malên xwe li navçên azadbûyî yên Mûsilê navenda parêzgeha bakurê Neynewayê agahî dan.

 Berpirsên iraqî roja çarşemiyê ragihandin  awareyên hanê piştî azadkirina  mêhwera rojhilata Mûsilê,  terka kempan dan ku vegerin  cihê jiyana xwe.

Li gorî gotina  berpirsên iraqî eva pêla herî mezin a vegeriyana  awareyan ji destpêka  Cotmeha 2016-an  heya niha tê hesabê.

Li gorî gotina  NY herîkêm 22 hezar kes ji 180 hezar kesî ku ji ber pevçûnên li Mûsilê û derdora wê aware bibûn, vegeriyan malên xwe.

Rayedarên  iraqî operasyona  vegeriyana  awareyan bo navçên azadbûyî li Mûsilê du caran  li heftiyê ji kempên  Xazir û Hesen El-Şamê damezrandin.

Operasyona  azadkirina Mûsilê, navenda parêzgeha  Neynewayê ji 17 Cotmeha  2016`an  ji 6 eniyan ser fermana  Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar destpê bû. Niha  eniya  rojhilata Mûsilê tam ji lepên DAIŞ`ê hatiye azadkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu