IraqNûçeRojhilatanavin

Balafirên F16 yên Iraqê sê binkeyên girîng bombebaran kirin

Balafirên F16 yên şer ser bi Iraqê ve sê bargehê hesas yên DAIŞê bombebaran kirin.

Roja 30.11.2016ê wezareta berevaniya Iraqê di rûpela xwe ya Fecbookê de belav kirine ku bombebarkirina esmanî piştî komkirina agahiyan, pêkanîne û di encamê de zerer û ziyanek mezin giheştiye çekdarên DAIŞê.

Herwek wezareta berevaniya Iraqê ragehandiye roja 30.11.2016ê de balafirên şerê F16 her sê şûnên  hesas têk dane yek ji wan şûna bombekrina otomobîla di Mûsilê de bi navê Cedîde û senterekî perwerdehî yan çekdaran li Dewase û enbareke teqemenî û kargeheke çêkirina bombeyan li rojavaya Mûsilê de bombebaran kirin, û di encamê de her sê şûn kavil kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu