AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Sergêrê qayimeqamtîya Gîlanxerbê ragihand ku bi bihaya 207 milyon dolarî kelûpelên curbicur bi rêka derîyê sînorî yê Sûmara Îranê bo Iraqê hatine firotin û şandinê

Ferhad Hêmetî sergêrê qayimeqamtîya GÎlanxerbê îro li gotûbêja ligel ajansa nûçan a IRNA`yê, got: Derfirotina kelûpelan bi rêka bazara sînorî ya Sûmarê bo Iraqê mideha 11 mehên buhurî da anegorî vê heyamê di sala 1394`ê da zêde ji sedî 56 zêde bûye.

Hêmetî ragihand ku niha 47 cure kelûpel ji Îranê bo Iraqê tên firotin û şandinê û da zanîn ku gulmas û hesinên curbicur ji wan kelûpelên nû ne ku tacir û bazirganên îranî dikarin wan bi rêka bazara sînorî ya Sûmarê bifiroşin Iraqê.

Bazara sînorî ya Sûmarê 5`ê Nîsana 2015`ê bi amadebûna parêzgarên Kirmanşana Îranê û Dîyala Iraqê, alîkarê wezîrê karên hundur ê Iraqê û sefîrê Îranê li Iraqê û hin berpirsên herêmî yên her du parêzgehan bi awayekî ferm hat vekirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu