NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê derbasî nav Minbicê bû

Artêşa Sûriyê îro Înê 28`ê Kanûna 2018 derbasî nav bajarê Minbicê bû û ala Sûriyê li navenda bajêr bilind kir.

Di berdewamiya geşedanên nû yên li bakurê Sûriyê de, Hêzên Artêşa Sûriyê îro derbasî nav bajarê Minbicê bûn.

 

Li gorî raporên mêdyayên herêmê, hêzên artêşa Sûriyê li çend cihên sereke yên navenda bajarê Minbicê bi cih bûn û yekser ala Sûriyê li navenda bajêr bilind kirin.

Artêşa Sûriyê bi daxuyaniyekê çûna hêzên xwe û bicihbûna wan li herêma Minbicê piştrast kir.

Artêşa Sûriyê di daxuyaniya xwe de, radigihîne: “Ji bo sepandina serweriya dewletê bi ser her bihosteke axa Sûriyê û di bersiva bangewazîya xelkê navçeya Minbicê de, Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar, çûna çend yekîneyên Artêşa Sûriyê bo nav Minbicê û bilindkirina ala welêt li vî bajarî radigihîne”.

Artêşa Sûriyê herwiha radigihîne: “Fermandariya Giştî ya Sûriyê tekezîyê li ser giringiya yekxistina hewlên hemû lawên niştiman ji bo parastina serweriya niştimanî dike û em pêkutîya xwe li ser nehêlana terorê û derxistina hemû dagîrkeran ji axa paqij a Sûriyê dubare dikin”.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Artêşa Sûriyê tekez dike: “Artêşa Sûriyê ewlehiya temam ji hemû welatiyên Sûriyê û ewên din re ku li navçeya Minbicê ne, garantî dike”.

Başa dön tuşu