NûçeAsyaIraqRojhilatanavin

Balafirên şer ên Tirk li bajarê Silêmanî yê Iraqê êrîş kirin: 4 mirî û birîndar

Duh di encama êrişa balafirên şer ên Tirkiyê li ser parêzgeha Silêmaniyê li bakurê Iraqê, kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya IRNAyê, ev êrîş li gundê Zorowûnî yê parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê hatiye kirin.

Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku di encama êrişa balafirên şer ên Tirkiyê 5 caran li ser vî gundî, 3 şervan birîndar bûne û kesek jî jiyana xwe ji dest daye.

Ji 18ê Nîsana derbasbûyî ve, Tirkiyê bi hinceta şopandin û tepeserkirina endamên PKKê, di çarçoveya operasyona bi navê “Qiftina Pençeyê” de, li Bakurê Iraqê dest bi gera nû ya êrîşan kir.

Piraniya van êrîşan li herêmên Silêmanî û Dihokê ne, lê Tirkiye li herêmên din ên weke Şengalê jî dest bi êrîşan kiriye.

Hikûmet û rayedarên Iraqê çendîn caran daxwaz ji Tirkiyê kirine ku êrişa xwe ya li ser bakurê Iraqê bi dawî bike û hêzên xwe vekişîne.

Hikûmeta Iraqê jî êrişên hewayî û topan ên li pey hev ên artêşa Tirkiyê li dijî Bakurê Iraqê wek binpêkirina serweriya welatê xwe nirxand û daxwaza rawestandina vê yekê kir.

Başa dön tuşu