CîhanNûçeRojhilatanavin

Balefirên şer bi şaştî li leşkerên xwe dan

Rêxistina terorîst a DAIŞê ev çend rojin bajarê Marawî yê Filipînê dagir kiriye. Balafirên şer ên hêza hewayî yên Filipînê jî li şûna DAIŞê bombe bike bi şaşî artêşa xwe bombebaran kir.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Parastin ê Filipînê Delfin Lorenzana balafirên SF-260 dema ji bo bombebaranê nizm dibin yek hedefa xwe îmha dike, lê ya din bi şaşî leşkerên artêşa bombebaran dike, di êrişê de 10 leşkerên me jiyana xwe ji dest dan û 8 jî birîndar bûn. Bombekirina leşkerên me bûyereke pir xemgîn e.”

Milîtanên rêxistina terorîst a Ebû Seyafê (DAIŞ) hefteya borî bajarê Marawiyê dagir kiribû. Artêşa Filipînê jî ji bo rêxistinê ji bajêr derxînê operasyoneke mezin da destpêkirin. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Parastin Delfin Lorenzana di cepheyê Marawiyê de milîtanên ku ji Erebîstana Siûdî, Malezya, Endonezya, Yemen û ji Çeçenistanê hatine hene.

Li gorî daxuyaniya artêşa Filipînê ji sedî 90 bajarê Marawiyê ketiye destê hêzên hikûmetê û hetanî demeke nêzîk dê bajêr ji terorîstan were paqijkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu