ÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Ekber Salihî: Çendalîxwazî ketiye berêrişên cidî yên Emerîkayê

Elî Ekber Salihî, serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê li civîna  wezîrên zanist û teknolojiyê yên Ajansa Navneteweyî  ya  Enerjiya Atomê li Viyenê, bal kişand ser vê yekê ku  cîhan di qonaxeke hestyar de ye û got: Çendalîxwazî ketiye berêrişên cidî yên  Emerîkayê û êrişkeke bi vî rengî li du salên buhurî li dijî hewldanên çendalî û  qayîde û qirarên  li gor erfa  navneteweyî, bi talûke ye.

Salihî pêşniyara pêkanîna komeke hevkariyê û parvekirina  lêzanînan bin çavdêriya  Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê da û destnîşan kir: Ev koma dikare wek amûreke pêkan be bona  cihanîn  hevcetiyên  welatên endamê NATO`yê ji ber jordebirina  hevkariya navokî li warên curbicur girîngiya xwe hebe.

Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê  bal kişand  ser hewldanên  Komara Îslamî ya Îranê bona  derbasbûna  ji ardûyê fosîlî bo  ardûyê paqij û got: Pêvajoya pêşketina ku Îranê heya niha li warê zanist û teknolojiya navokî hebûye, dikare  li salên tê mizîgîna  pêşketinên giringtir be.

Salihî her wiha  amadetiya  Îranê bona guhestina ezmûn û destkewtên  xwe li warê enerjiya navokî bo welatên  endam bi taybet welatên  cîran, raghand.

Konferansa sê rojî ya wezîrên  zanist û teknolojiyê yên Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê roja çarşemiyê li Viyenê xebata xwe destpê kir.

Başa dön tuşu