ÎranNûçeRojhilatanavin

Balyozê Îranê li Enqerê ser giringiya berfirehkirina peywendiyên çandî navbera Îran û Tirkiyê hevrê di gel hevkariyên aborî û ticarî tekez kir

Li gorî nuçen Sahar Tv ji zarê IRIB Newsê, Muhemed Îbrahîm Tahiriyan ferd balyozê Îranê li Tirkiyê li mehrîcana  “ Pirtûk, Qehwe û Çaklêt“ê bernama riya  brefirehkirina  peywendiyên dualî navbera Têhran û Enqerê xist rojevê û diyar kir: Li salên buhurî, rayedarên Îran û Tirkiyê biryar dane peywendiyên xwe yên gişatlî berfireh bikin.

Tahiriyan ferd got: Şaristaniyet û çanda her gelekî wek nasnana  vî gelî tê hesabê û di vê çarçêvê de  pirtûk rola  herî zêde  li nasandina  medeniyetê heye.

Îlber Ortaylî, dîrokzanê bi nav û deng ê Tirkiyê li vê mehrîcanê bal kişand ser peywendiyên  navbear qewm û  etnîkên tirk û îranî û destnîşan kir: Her ewqas ku çand û medeniyeta Yewnanistanê jibo ewrûpiyan giring e, çanda Îranê jî li serdema  kevnare û piştî Îslamê jî li cem tirkan girîniya xwe heye.

Li kêleka  mehrîcana “ Pirtûk, Qehwe û Çaklêt“ê li Stembolê,  civîna “ peywendiyên usmanî û sefewiyê“ bi armanca   nasiyabûna  zêdetir  bi van du warên medeniyetê û bandora  wê ser çanda  xwecî ya navçê hat li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu