ÎranNûçeRojhilatanavin

Meşa gelê Îranê ya li dijî bêrêzîya li nirxan dê piştî nimêja înêyê destpê bibe

Gelê inqilabî yê Îranê piştî nimêja înîyê dê meşekê li dijî kesên bêrêzî li nirxên pîroz û netewî kirin û vê dawîyê dest bi ajawegêrîyê kirin, lidar bixin û careka din digel inqilabê û Wilayetê Feqîh beyetê bikin.

Civata Hevengkirina Teblîxatên Islamî ya parêzgeha Têhranê ragihand: Gel îro piştî nimêja înîyê li zêde ji 40 cihên parêzgeha Têhranê dê li dijî ajawegêran û alozkirên rewşa giştî meşekê lidar bixe.

Di rojên buhurî de merceên teqlîdê, serokên her sê dezgehên birêvebirina welêt, kesayetîyên sîyasî û çandî, sazî, dezgeh, partî û qewareyan bi şermezarkirina kiryarên ajawegêran, gel ji bo pişkdarîya berfire li meşa l idijî ajawegêran vexwendin.

Gelê Îrana islamî di rojên buhurî de jî bi lidarxistina meşên berfire li pirranîya bajarên welêt, bêzarî û hêrsa xwe ji komploya nû ya dijminan û bikarînerên narewa yên firsendê ya ajawegêran ji bo xirabkirina malên giştî nîşan da.

Hejmarek ji gelê Îranê ji pêncşema buhurî ve li çend bajaran bi lidarxistina kombûnan û qêrîna durişman nerazîbûna xwe li hemberî kifşnekirina çarenûsa sermîyana wan a li hin navendên bankî û darayîyê û jordaçûna bihaya hin kel û pelan û lawazîya çavdêrîya dewletê ser van babetana nîşan dan lê kesên bi dû firsendê û ajawegêr ku hin welatên rojavayî û ereb û Rêjîma Sîyonîst pişta wan digirin, kombûna biaştî ya gel veguhertin alozî û tevlihevîyê.

Başa dön tuşu