AsyaCîhanNûçe

Rayedarê çînî Amerîka hişyar kir

Serokê Komîsiyona Karên derveyî ya Partiya Komonîst a Çînê, Yang Ciçî (Yang Jiechi) got: “Berjewendiyên me yên bingehîn hêla sor a Pikenê ye, lê tu welatek ji wan Amerîka nabe ku derbarê lawazkirina berjwendiyên Çînê tûşî wehm û xeyalan bibin“.

Serokê Komîsiyona Karên derveyî ya Partiya Komonîst a Çînê her wiha got: “Piken tevî rêbaza xwe ya siyasî ya bi aştî berjewendiyên xwe yên bingehîn diparêze“.

Kêşeyên navbera du welatên Amerîka û Çînê bi danîna tarif û nirxnameyên komrokî yên Waşîngtonê li ser kelûpelên Çînê û kiryarên Çînê yên tolhildanê li dijî Waşîngtonê gurr bûne.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê vê dawiyê bi nasandina tarifên ngomrokê yên sedî 25ê li ser derdora 800 kelûpelên Çînê bi bihayê 34 miliyar dolarî sepandin.

Li dû vê biryara Trump, Wezareta Bazirganiyê ya Çînêî ragihand ku vî welatî jî tarifên xwe li ser 128 kelûpelên Amerîkayê sepandine.

Kêşetya ticarî ya di navbera Çîn û Amerîkayê jib 8ê Adara sala 2018an va û li pey biryara Donald Trump a sepandina tarifên duberanber li ser Pola û Alûmîniyoma Çînê dest pê bûye.

Başa dön tuşu