EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Balyozxana Slowêniyê îro bi amadebûna Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê, Barot Paxor serokkomar û wezîrê karên derev yê Slowêniyê li Têhranê hat vekirin

Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja çarşemiyê li merasima  vekirina  balyozxana  Slowêniyê li Têhranê got: Warên zav jibo hevkariya navbera Têhran û Lobliyanayê hene ku bi viyana  berpirsên her du welatan dikarin wan jibo berfirehkirina  têkiliyan  bikar bînin .

Balyozxana  Slowêniyê îro bi amadebûna Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê, Barot Paxor serokkomar û wezîrê karên derev yê Slowêniyê li Têhranê hat vekirin.

Serokkomarê Slowêniyê jî vekirina  balyozxana  vî welatî li Têhranê sembola serketîbûna  hevkariyên her du welatan  da zanîn  û got: Dewletên  Îran û Slowêniyê hewil didin ku li çarçêva  berjewendiyên  hevpar ên gelên xwe pêngavan hilînin.

Wî destnîşan kir: Berfirehkirina  peywendiyên  dîplomatîk tev Komara Îslamî ya Îranê jibo Slowêniyêgiring  e.

Serokkomarê Slowêniyê êvara duşemiyê jibo cihanîna  sefereke fermî bi taximeke pilebilind re gihêşt Têhranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu