FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Bangewazîya jibo pişkdarîya berfire ya gelê Îranê li meşa Roja Cîhanî ya Qudsê

Sazîya Mîrata Çandî, Berhemên Bidestçêkirî û Tûrîsma Îranê, li peyamekê bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê, rêzgirtina li vê rojê wek parastina mîrata giranbiha ya hezretê Îmam Xumêynî (RE) li warê têkoşîna dijî zilim û zordarîyê zanî.

Sazîya Mîrata Çandî, Berhemên Bidestçêkirî û Tûrîsma Îranê îro li daxûyanîyekê tevî vexwendina gelê Îranê jibo pişkdarîya li meşa ROja Cîhanî ya Qudsê pêkutî kir: Hezretê Îmam Xumêynî (RE) li gor nasnama narewa ya Rêjîma Sîyonîst û jibo piştgirîya ji gelê bêsitar ê Filistînê bi kifşkirina roja înîya herîdawîyê ya meha bimbarek a Remezanê wek Roja Qudsê ji xelkê cîhanê re pêkutî kir ku nabe li hemberî zilim û zordarîyê bêdeng bin û bi hevdilî û yekdengîyê werin meydanê.

Sazîya Tomarkriina Belge û Milkan a Îranê jî li peyamekê bi pêkutîya ser pişkdarîya pirrcoş a personelên vê sazîyê li meşa Roja Cîhanî ya Qudsê ragihand: Di vê rewşa hestyar da, pişkdarîya li meşa Roja Cîhanî ya Qudsê û ragihandina bêzarîya ji sîyasetên zorbêjane yên Amerîkayê li navçe û cîhanê, yê ragihandina piştgirî û hevrêtîya ligel miletê zilimdîtî yê Filistînê û Tevgera HAMAS`ê be.

Li vê peyamê hatîye: Misilmanên azadîxwaz ên cîhanê li halekî diçin pêşwazîya Roja Cîhanî ya Qudsê ku pergala serdest lawaztir ji her demekê û bi palpiştîya tesîb û nezanîya hin welatên herêmê, dewreke nû ya zilim û xwînrijandinê ser navê têkoşîna dijî têrorîsmê li navçê destpê kirîye û bi piştgirîya ji bereya tekfîrî, hewl dide ji bersivdayîna li hemberî cinayet û talankirina mafên rewşa yên gelê bêberevan ê Filistînê ku zêde ji 50 salan e pêk tê, bireve. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu