FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Bangewaziya Komîteya Netewî ya Olempîka Îranê ji bo beşdariya berfire ya civaka werzişê li meşa Roja Qudsê

Hevgavî gihîştina Roja Cîhanî ya Qudsê, Komîteya Netewî ya olempîka Îranê, bi weşandina daxuyaniyekê, ji pêşeng, rahêner, qareman, dawer û civaka bi rojî ya werzişa welêt xwest ku wekî salên berê, tevî beşdariya berfire û pircoş li meşa Roja Cîhanî ya Qudsê, careka din piştgîriya xwe ji xelkê mezlûm ê Filistînê ragihînin.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji zarê dayira Peywendiyên Giştî ya Komîteya Netewî ya Olempîkê, li naveroka bangewaziya Komîteya Netewî ya Olempîkê hatiye ragihandin:

Bi navkirina îniya dawiyê ya meha pîroz a Remezanê, wek Roja Qudsê, nîşana tivdîr û kûrbîniya hekîmane ya damezînerê Înqilabê û fikra yekbûna îslamî bû ta ku piştgîriya ji gelê mezlûm ê Filistînê û berevaniya ji Qudsa Şerîf, bibe nîşana şerafeta hemî misilmanên cîhanê û û hemî azadîxwezên cîhanê.

Îsal jî di Roja Cîhanî ya Qudsê, civaka mezin û qedirnas ê werzişa welêt, li rex hev û li rêzê hevgirtî, wê wek salên buhurî azadîxweziya damezînerê mezin ê Înqilaba Îslamî, hezretê Îmam Xumeynî (re) erê bikin û careka din ji bilî dubarekirina beyeta xwe bi armancên Înqilaba Îslamî û şehîdên ezîz û rêberê qedirgiran, wê nîşan bidin ku qet wê desta ji armancên îmamê xwe yê ezîz yên bona berevaniya ji gelê mezlûm ê Filistînê ber nedin.

Roja Qudsê, roja yekbûn, şerafet û riheka nû li canê cîhana Îslamê ye ku em ê hem têda beşdar bibin û biqîrin: Qudsê ezîz û gelê Filistînê tenê nînin.

Başa dön tuşu