FilistînNûçeRojhilatanavin

Bangewaziya Tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê jibo meşa Roja Cîhanî ya Qudsê

Tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê tevî pêgiriya li ser vêya ku Quds dilê Filistînê û Îslamê ye, daxwaza berşdariya berfireh di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê de kir.

Li gorî rapora Fars Newsê ji zarê kanala El Minarê, Hemîl Eliyan, endamê pileberz ê Tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê roja Sêşemiyê tevî pêgiriya li ser pêwîstiya liv û tevgera gelên erebî û îslamî jibo piştevaniya ji dîrok û pênaseya îslamî ya Qudsê got: Azadkirina Qudsê tenê bi rûbirûbûn û berxwedanê serê xwe digire û hemî bijardeyên pêşniyarkirî jibo çareseriya meseleya erdên dagirbûyî mehkûmî şikestê ne û ewê nekarin Qudsê azad bikin.

Endamê pileberz ê Tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê her wiha got: Têkçûna nexşe û planên Siyonîstan li navçeyê tenê bi azadkirina baajrê Qudsê pêk tê.

Vî rayedarê Tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê her wiha got: Roja Cîhanî ya Qudsê derfeteke baş jibo yekîtiya umeta erebî û îslamî û bikaranîna hemî şiyana wê jibo piştevaniya ji gelê Filsitînê ye û ev navçe bêyî Qudsê dê hilweşe.

Dawîn Îniya meha pîrzo a Remezanê bi dahêneriya Îmam Xumênî (RE) xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê wek Roja Cîhanî ya Qudsê hatiye binavkirin.

Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê roja Îniyê, 31ê Gulana 2019an berranberî 25ê Remezana 1440ê ya Koça heyvî li welatên cîhanê tê lidarxistin.

Başa dön tuşu