ÎranNûçeRojhilatanavin

Baqirî: Amerîkîyan 7 hezar milyard dolar li Sûrîye û Iraqê xerc kirin û tiştek jî bi dest nexistin

Serokê Erkantîya Gişk Hêzên Çekdar a Îranê got ku welatên damezirînerê komên têrorîst ji bo vekirina balyozxanên xwe li Sûrîye û Iraqê rêz bûne.

General Mihemed Baqirî Di Konfiransa Berxwedanê da bal kişand ser destkevtên binirx ên Inqilaba Islamî û Mêhwera berxwedanê di şerê dijî têrorîsmê di van salên dawîyê da û got: Ew serketinên gellek mezin li navçê bi dest ketine û Sûrîye û Iraq ji têrorîstan hatine rizgarkirinê, heke em bimana derengîyê, DAIŞ`ê yê Iraq û Sûrîye dagir bikirana.

Serokê Erkantîya Gişk Hêzên Çekdar a Îranê herwiha got: Amerîkîyan 7 hezar milyard dolar li Sûrîye û Iraqê xerc kirin û tiştek jî bi dest nexistin lê, me gellek kêm xerc kir û bi saya vîn, hewildan, fikir û rêvebirîyê encam û destkevtên girîng û istiratêjîk bi dest xistin.

Serleşker Baqirî bi gotina vîya ku dijmin bi berfirekirina gefên ewlehî, çandî û yên nerm hewil dide ku bi dûrxistina gel ji Nizama Îranê, bawerîya gelê Îranê derbarê armanc û ramanên Inqilaba Islamî da sist bike, got: Roja îro dijmin şêwazên nû ser navê “şerê naskirinê“ û “berfirekirina opêrasyona rewanî“ bi dû pêşdebirina armancên xwe yên şûm û qirêj in û bikaranîna vê şêweyê li dagirkirina Iraqê bi destê Amerîkayê bi zelalî hat xûyanê.

Başa dön tuşu