CîhanEwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Çîpras: Em dê beşdarî êrîşeke muhtemel a li dijî Sûriyê nebin

Serokwezîrê Yûnanîstanê Aleksis Çipras ragihand ku ew dê beşdarî êrişeke muhtemel a Amerîka û hevpeymanên wê ya li dijî Sûriyê nebin.

Li gorî zanyariyên ajansa AMNA ya ku navenda wê li Atînayê ye ku ew jî xwe dispêre çavkaniyeke ji hikûmeta Yûnanîstanê, îro roja înê Çîpras bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re peywendiyeke telefonî danî. Di wê peywendiya telefonê de rewşa Sûriyê hate gotûbêjkirin.

Di nûçeyê de hatiye gotin “Di navbera herdu serokan de rewşa Sûriyê ya dawî hate gotûbêjkirin. Serokê yûnanî bikaranîna çekên kîmyewî şermezar û diyar kir ku di vî warî de roleke girîng dikeve ser milê Yekîtiya Ewropayê (YE) û divê di çarçoveya pêşniyazên Swêde de hewcedarî bi hewildanên aştiyane hene.”

Swêde di civîna dûhî ya Konseya Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî de pêşniyaz kiribû ku misyona payebilind a bêçekkirinê bo Sûriyê were şandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu