Bêencambûna boykotên Emerîkayê li berfirehkirina hevkariyên niftê tev Ewrûpayê
Serokê komîsyona odeya enerjiya Têhranê, dirêjkirina boykotên li dijî Îranê li kongira Emerîkayê, ser berfirehkirina hevkariyên şîrketên ewrûpî tev pêşeya neteweyî ya Îranê bêbandor da zanîn.
Mensûr Muezemî, serokê komîsyona odeya Enerjiyê ya Têhranê, kiryara kongira Emerîkayê derheq dirêjkirina dehsalî ya boykotên li dijî Îranê, weke binpêkirina rêketinnama navokî da zanîn û got : Rêketinnama navokî, peymaneka çendalîkî ye û hevkariya şîrketên ewrûpî bi pêşeya niftê ya Îranê berfireh dibe. Muezemî li gotûbêja bi kanala ragihandina nift û enerjiyê, ŞANA`yê bal kişand ser hez û meyla şîrketinên resen ên cîhanê jibo xebitandian sermayê li Îranê û destnîşan kir:Eva nîşan dide welatên cîhanê baweriya xwe li Emerîkayê naynin û ji reftara wan razî ninin.
Mensûr Muezemî serokê komîsyona odeya Enerjiyê ya Têhranê diyar kir: Li vê midehê ku welatên ewrûpî bi Emerîkayê re hevrê bûn pêhesiyan ku ku di pratîkê de derfeta hevkariya bi Îranê re ji dest dane loma hewl didin bêtir ji berê bikevin pratîkê.
Pêşeya niftê ya Îranê li serdema piştî rakirina boykotan şehedê daxwaziyên curbicur ên welatên biyanî û şîrketên anvneteweyî bûye. Heya niha şîrketa neteweyî ya nifta Îranê15 hevhatinnameyên lêkolînê tev şîrketên biyanî wajo kirine.
Duh çarşemiyê jî şîrketa neteweyî ya nifta Îranê û şîrketa ewrûpî ya Şêlê hevhatinnama hevkariyê wajo kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)